Gul û tu

29.05.2024
240
A+
A-
Gul û tu

Bêhna gulê wek xencere
Li erd û ezman

Qêr Û zara gulê …
Ez gul tu bilbil
Ey neqşa cihanê

E ya gul! Ka bilbil?
Tê heta kengî bizarî

Rengê gulê wek roje
Nabe xelas şev û roje
Ya lê dinêre dibêje
Ev çi reng gulşene ey gul!

Ev çi xemle e ya Gul
Wek bedewek xweşrû
Wek bedewek xweşxu

Bêhna gulê Li ser cîhanê
Ku dikeve nav av dibe gulav
Ku dikeve nav ax dibe sorgul
Ya lê dinêre dibe wek gule xwarek ax!

Qêra Û zara gulê …
Ez gul tu bilbil
Ey neqşa cihanê

Ruhê gulê wek rihanê
Gul û sorgul tev di navê
Car digrîn car dinale
Ma ne eve Gulbûn ey neqşa cîhanê

Ev şi’r Ji xwişkamina gulrû Zehra Betül Tokel re…

BU ALANA REKLAM VEREBİLİRSİNİZ
Buşra Pertekli
ZİYARETÇİ YORUMLARI - 0 YORUM

Henüz yorum yapılmamış.