Dem

30.07.2021
687
A+
A-
Dem

Dem…
Kanî dem,
Bi ku derê de diçin em, her dem?
Ev pelên darê çima nahejin,
Çima baran nabare?

Xwedê ev ziman çima da ye,
Ger napeyive ji bo çiye hebûn a wî?

Ez fêm nakim…
Ger ev dinya heye,
Çima herkes tuneye?

Ka, em hemû xuşk û bira bûn her dem?
Biratî ne wiha bû tu dem,
Dem dibuhirî, û hêjî em di rêda ne

Diherike wek şetê Dîcle DEM!
Dilê me pê re tije dibe ELEM…
Aciz dimîne rûpel û QELEM

BU ALANA REKLAM VEREBİLİRSİNİZ
ETİKETLER:
Buşra Pertekli
ZİYARETÇİ YORUMLARI - 0 YORUM

Henüz yorum yapılmamış.